Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson dibêje, hilmetên diblomatîk ji 20 salan ve bo nehêlana Kûriya Bakûr ku çekên navokî bidestxîne, biserneketîye û divê ku rêk din bê peydakirin.
Tillerson di îro pêncşemê de, li Tokyo di serdana xwe ya yekemîn de ji Asya re gotina xwe da di derbarî rewşa Amerîka û welatên Asyawî de.
Herwisa jî wî anî ziman û soz da, ku Amerîka wê piştevanî û berevaniyê di ber Japon û hevalbendê xwe li Asya bike.
Gera Tillerson di Îniyê de destpêkir bi serdana Kûriya Başûr û wê dawiyê li Çînê be, ku wê bi serokê çînê re kom bibe.
Tillerson anî ziman ku rola Çînê pirr girîng e di herêmê de û bi taybetî li ser Kûriya Bakûr û nehêlana wê ku çekên navokî di dest wê keve.