Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînatorên Demokrat Hewla Derbaskirina Pakêta 1.9 Trilyon Dolar Didin


Serkirdeyên Demokrat li Sînatoya Amerîkî hêvî dikine ku pakêta alîkarîyê ya rûbirûbûna COVID-19 berî Duşemê erê bikin, piştî hin guhertinên dawî di pirojebiryarê de.

Li gel yekbûna Komarîyan di helwesta wan ya dijî xerckirina pakêtê de, Demokratan pêwîstî bi her dengekî heye ku karibin temamîya 50 dengên xwe misoger bikin û rê bidin cîgira serok Kamala Harris ku dengê 51ê ji bo erêkirina pakêtê bide.

Serkirdeyên partîya demokrat derengî roja Înê, piştî çend demjimêrên guftûgoyan, bi Demokratê nermerê Joe Manchin re gihîştin rêkeftinekê li dor qerebûkirina kêsên bêkar.

Demokratan 400 dolarên heftane yê ku ji bo bêkaran hatibû pêşnîyarkirin daxist 300 dolar bo hefteyê û ji bo wergirtina piştgirîya Manchin, pêşnîyara nû rakirina taksan ji ser bêkaran vehewand.

Koşka Spî dibêje serok Joe Biden piştgirîya vê rêkeftina dawî ya li dor xerckirinên bêkarîyê dike.

XS
SM
MD
LG