Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorên Amerîkî Piştgirîya Operasyona Hêrsa Dastanî ya Dijî Îranê Dikin

Senatora Amerîkayî Deb Fischer ragihand ku armanca êrîşa leşkerî ya Amerîkayê li dijî rejîma Îranê rêgirtina bidestxistina çekên navokî ye.

Senatora Komarî ji wîlayeta Nebraska li ser platforma Xê got: "Endamên wêrek yên artêşa me vê erka pêk tînin da ku Îran qet çekên navokî bidest nexe, ez ji bo wan dua dikim."

Ji alîyê xwe ve, Senator Lindsey Graham rexne li helwesta hevbeş a Fransa, Almanya û Brîtanya derbarê êrîşên Amerîka dijî Komara Îslamî girt û got ku ew "bi awayekî şermîn nerm e."

Graham herwiha got, "Eger bêjim ez xemgîn bûm derbarê daxuyanîya hevbeş a rêberên Fransa, Almanya û Brîtanyayê li ser 'Operasyona Hêrsa Dastanî' têrê nake."

Fransa, Almanya û Brîtanyayê îro daxuyanîyek hevbeş li ser êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Komara Îslamî weşandin, tê de hate gotin ku "Em beşdarî van êrîşên esmanî nebûne, lê em bi hevkarên xwe yên navnetewî re, di nav de Amerîka, Îsraîl û hevkarên herêmî, di têkilîyeke nêzîk de ne. Em pabendbûna xwe ya ji bo aramîya herêmî û parastina jiyana sivîlan dubare dikin."

XS
SM
MD
LG