Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karvedana Endamên Kongresê Hember Komara Îslamî ya Îranê 

Senator û endamên civata nûneran yên Kongresa Amerîka di dema çend rojên dawî de hevsozîya xwe bo xelkê nerazî yê Îranê diyar kirin, li dema ku Amerîka gefên bersîvdana tepeserkirina desthilata Îranê dijî xwepêşanderan dike.

Senatorê Komarî Lindsey Graham dibêje “Donald Trump bi niyaz e dojehekê dijî Komara Îslamî peyda bike.”

Graham herwiha herwiha got, “pêlên mezin yên êrîşên balafiran û êrîşên leşkerî û elektronî dijî komara Îslamî bi rê ve ye.”

Tom Cotton, endamê Komarî yê civata Senatoran, ragihand "li dema Îranê hezaran welatîyên xwe kom dike, û li bîra we be ku vê rejîma terorîst bi sedan Amerîki kuştine û hewla kuştina Amerîkîyan di nav xaka Amerîkayê daye."

Senator Jim Risch yê Komarî û Jean shaheen ya Demokrat di beyannameke hevbeş de hevsozîya xwe bo xelkê Îranê diyar kirin.

Di daxuyanîya wan de hat ku gelê Amerîkayê ligel daxwaza siberojeke azad bo xelkê Îranê yê xweragir dixwazin.

Senator Thom Tillis yê Komarî dibêje, “Tê zanîn ku rejîma Îranê 12,000 welatî kuştine ji ber daxwaza wan bo azadî ye û hertim rejîmên sitemkar bo parastina desthilata xwe van karan dikin.”

Senator Ted Cruz jî got ku Serok Trump bi eşkere diyar kir ku Amerîka ligel xelkê Îranê ye ewên desthilata dîktatorî ya Îslamî red dikin.

XS
SM
MD
LG