Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxistina Hin Beşên Hikûmeta Amerîka Derebasî Roja 23yem Dibe


Daxistina hikûmeta Amereîka ya herî dirêj di dîroka Amerîka de îro Yekşemê derbasî roja xwe ya 23yem bû.

Îro Yekşemê serokê Amerîka Donald Trump hin post li dor Demukratan û serkirdeyên wan ên Kongrêsê li ser Twitterê belav kirin.

Trump bal kişand ser seroka encûmena niwêneran Nancy Pelosi û serkirdeyê Demukratan ê Sînatoyê Chuck Schmer û got:

“Ez li Koşka Sipî çavlirêyî Chuck ê girînokî û Nancy me ku telefon bikin da em alîkariya welatê xwe bikin li ser sînor û li nav Amerîka."

Demekê berê roja Şemiyê, serok di Twîtekê de got: me kirîzeke mezin a mirovahî li ser sînorê xwe yê başûr heye.

Demukrat naxwazin Amerîka tu dîwaran li ser sînorê Meksîkê ava bike û dibêjin avakirina dîwar pirsgirêka koçberan çareser nake.

XS
SM
MD
LG