Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Yoon Soza Astengkirina Korya Bakur Didin Lê Dixwazin Arîkariyên COVID-19 Pêşkêş Bikin


Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê nû yê Korya Başûr roja Şemiyê li hev kirin ku rahênanên leşkerî yên mezintir bikin û ger pêwîst be çekên Amerîkî yên bêhtir belav bikin ji bo pêşîgirtina li Korya Bakur.

Wan di heman demê de got ew amade ne vaksînên COVID-19 ji Korya Bakur re bişînin û bi Kim Jong Un re bicivin.

Biden û Yoon Suk-yeol got ku hevalbendiya bi dehan salan a welatên wan pêdivî ye ku ne tenê ji bo rûbirûbûna gefên Korya Bakur pêş bikeve lê ji bo ku herêma Hindo-Pasîfîk "azad û vekirî" bimîne û zincîreyên dabînkirinê yên cîhanî biparêze.

Her du serok li Seulê dicivin ji bo yekem pêwendiya xwe ya dîplomatîk piştî sondxwarina serokê Korya Başûr 11 rojan berê.

Yoon hewla garantîyên bêtir dabû ku Amerîka berevaniya wê li hember gefên Korya Bakur zêde bike. Biden di daxûyaniya hevbeş de, pabendbûna Amerîkayê ya ji bo parastina Korya Başûr bi çekên navokî ger hewce bike, dubare kir.

Herdu alîyan li hev kir ku li ser berfirehkirina rahênanên xwe yên serbazî yên hevbeş, ku di salên dawî de hatibûn kêmkirin, bi mebesta kêmkirina girjiyan bi Kurya Bakur re, li hev kir.

Li gorî daxuyaniyê, Amerîkayê her weha soz da ku "sermiyanên stratejîk" ên ku bi giştî balafirên dûravêj yên bombeyan, keştiyên mûşekan, an hilgirên balafiran dihewîne, belav bike heger hewce bike ji bo pêşîgirtina li Korya Bakur.

Biden di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de got: "Ji bo ku ez ê bi serokê Korya Bakur re bicivim yan na, ev yek girêdayî wê ye ka ew jidil û cidî ye yan na."

Wî anî ziman ku Waşinton amadeye vaksînên COVID-19 bide Çînê û Korya Bakur, lê got "Me tu bersiv wernegirtiye".

Korya Bakur roja Şemiyê zêdetirî 200,000 nexweşên nû ragihand ku ji tayê ji bo pêncemîn roja li pey hev diêşin, lê welat di warê derzî an dermankirina nûjen de li dijî pandemiyê ne amade ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG