Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîkayê Derbarê Êrîşên DAIŞ’ê li Hesekê Daxuyanî Dide


Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price roja Şemîyê daxuyanîyek da, tê de got ku Amerîka êrîşên DAIŞê yên li bajarê Hesekê ya bakur û rojhilata Sûrîyê şermezar dike.

Di dirêjahîya daxuyanîyê de, hate gotin ku Amerîka “pesnê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike ser bersiva wan ya bilez û pêgirîya wan ya berdewam jibo şerê dijî DAIŞê li bakur û rojhilata Sûrîyê.”

Daxuyanîyê herwiha sersaxîya malbatên şervanên HSD’ê kir ku di teqîna pêşîn û şerê paşê de hatin kuştin.

Wezareta Dereve ya Amerîkî anî ziman ku êrîşkirina wê zindanê jibo DAIŞ'ê armanceke serekî bû.

“Ev êrîş nîşanek e jibo girîngî û pêdivîya piştgirîya bi temamî ya însyatîfên Koalisyona Navnetewî jibo baştirkirina girtina ewle û mirovahî ya çekdarên DAIŞ’ê, di nav de jî xurtkirina ewlekarîya zindanê,” di daxuyanîyê de hate gotin. "Ew herwiha pêvidîya bilez nîşan dide ku welat hemwelatîyên xwe yên li bakur û rojhilata Sûrîyê girtî ne, vegerînin û wan bidin darizandin.”

Daxuyanîya Wezareta Derve herwiha got ku amerîka di têkbirina DAIŞ’ê de pêgir e û dê vê yekê bi rîya hevkarîya ligel Koalisyon û hevparên xwecihî pêk bîne.

XS
SM
MD
LG