Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Pêla 8’an a Êrîşên Dijî Îranê Temam Kir

(FILES) This file US Navy handout photo released by US Central Command public affairs shows Arleigh Burke-class guided-missile destroyer USS Thomas Hudner (DDG 116) firing a Tomahawk land attack missile in support of Operation Epic Fury, from an undisclos

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê pêla 8’an a êrîşên li pey hev a dijî Îranê temam kir.

CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got wê, “di 18ê Tîrmehê de, demjimêr 11:30'ê şevê bi dema rojhilatê Amerîkayê, bi fermana Fermandarê Giştî, gereke din a êrîşan li dijî Îranê temam kir.”

“Di şeva heştemîn a êrîşên li pey hev ên Amerîkayê de, hêzên CENTCOM’ê bi serkeftî li cihên çavdêrîya peravê û berevanîya esmanî, şîyanên deryayî û cihên enbarkirina mûşek û dronan ên leşkerî yên Îranê xistin da ku şîyanên leşkerî yên Îranê têk bibin,” CENTCOM’ê got.

Wê anî ziman ku “artêşa Amerîkî her wiha hêzên Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê yên ku di 17'ê Tîrmehê de li Urdunê êrîşî endamên xizmeta Amerîkî kiribû, kirin armanc.”

Hêzên Amerîkî bal kişand ser wê yekê ku “Zêdetirî 50,000 mêr û jinên Amerîkî yên bi cilên leşkerî li seranserê Rojhilata Navîn dixebitin. Ew pir hişyar, baldar, û di amadebaşîya leşkerî de ne.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG