Biryara serokê Amerîka ya vekişîna hêzên welatê xwe ji Sûrîyê, dengvedaneke mezin li şûn xwe hişt.
Rewşenbîrên herêma Efrînê bi baldarî biryarê dişopînin, û dibînin ku ne di wexta xwe de ye û nakeve berjewndîya koalisyona dijî DAIŞê û rê le ber tevlihevîya deverên Bakurê Sûrîyê vedike.
Îbrahîm Heftaro dibêje ku vekişîna Amerîka di vê demê de ne baş e jibo gelê Kurd, ku DAIŞ bi dawî nebûye.
Heftaro got: “Vekişîna Amerîka wê derfetê bide DAIŞê dîsa hêza xwe kom ser hev bike, loma ji vekişînê re zû ye, ku pêkan e alozîya Sûrîyê kûrtir bibe û şer gurtir bibe”.
Her wiha Mihemed Şêx Qenber dibîne ku vekişîna Amerîka rê li ber ferehbûna hêzên Îranê û Rûsya vedike û ev yek ne di berjewendîya Amerîka de ye.
“Gava Amerîka destwerdan kir, qaşo projeyek wê stratîcîk hebû, lê vekişîna wê ji nişka ve dê zerarê bigîne wê, ku Îran û Rûsya faydê dibînin”, Şêx Qenber got.
Ji alîyê xwe ve Mihemed Elî Reşîd di wê bawerîyê de ye ku Amerîka wê bi temamî venekşe, û ev biryar pirtir jibo ragihandinê ye, da ku helwestên alîyên din zelal bike.
Reşîd wiha domand: “Amerîka dixwaze rûpelan tevlîhev bike, û binêre rastîya gefên Tirkîyê çi ye, lê ez bawer dikim ew propegenda ye”.
Xalid Hebîb hizir dike ku vekişîna Amerîka wê hevsengîyên heyî li hev xîne, û valahîyekê peyda bike, ku Tirkîyê dixwaze jê sûdê bigre.
Hebîb dibêje: “Bi şikestina hevsengîyên heyî, DAIŞ dê hêzê bigre, ku valahîya rojhilata Firatê Tirkîye dixwaze dagir, û li dijî Kurdan weke Efrînê bike”.
Hêjayî gotinê ye Amerîka sala 2014an hêzên xwe şandibûn Sûrîyê jibo şerê DAIŞê bike, ji wê çaxê de Amerîka destek dabû hêzên kurdî YPG û Hêzên Sûrîya Demokratîk.