Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Pesna Girtina Karbidestên Rejîma Esed li Sûrîyê Dide

Cîgira Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Tammy Bruce pêşwazî li girtina hejmarek endamên berê yên rejîma Beşar Esed li Sûrîyê kir ku bi tawanên dijî mirovahîyê têne sûcdarkirin.

Di civîneke Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî li ser Sûrîyê de, Bruce ev gav wekî beşekî girîng ji bo misogerkirina hesabdayînê û bidawîkirina bêcezatîyê binav kir.

Diplomata Amerîkî got, "Serok Trump û Amerîkayê li kêleka gelê Sûrîyê ne da ku piştgirîyê bidin dadmendîya rastîn di veguhestin û serwerîya qanûnê li Sûrîyê de."

Bruce behsa girtina karbidestên serdema Esed kir ku bi sûcên li dijî welatîyên Sûriyê têne tawanbarkirin û ew wekî "gaveke xurt dûrî bêcezatîyê û nêzîktirî hesabdayînê." binav kir.

Amerîkayê sersaxî ji qurbanîyên hovîtîyên rejîma Esed re xwest û bang li hikûmeta nû ya Sûrîyê kir ku bi mekanîzmên navneteweyî, di nav de mekanîzma navneteweyî ya bêalî û serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî, hevkarîyê bike da ku hewldanên dadmendî û hesabdayînê pêşve bibe.

"Em herwiha dizanin ku bi sed hezaran malbatên Sûrî, di nav de gelek malbatên Amerîkî, hîn jî li benda bersivên li ser xizmên xwe yên winda ne," Bruce got. "Ji bo ku em bi rastî dest bi vejîna Sûrîyê bikin, divê welatîyên Sûrîyê vî beşî biqedînin."

Wê herwiha han da karbidestên Sûrîyê ku ligel sazîyên navneteweyî yên wekî "Sazîya Serbixwe ya Kesên Winda" hevkarîyê bikin, da ku ji bo çareserîyeke niştimanîî bersiv û piştgirîyê bidin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG