Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Dronan Êrîş Birin Ser Bingeheke Amerîkî ya li Sûrîyê


.
.

Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) îro Înê ragihand ku bi dronan êrîşî bingeheke wê ya li rojhilata Sûrîyê kirine.

CENTCOM’ê dîyar kir ku êrîşên dronî li bingeha leşkerî ya al-Tenef ya li sînorê Urdun, Îraq û Sûrîyê li dar ketine.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ragihand ku wê du dron xistine, lê drona sêyan li bingehê ketiye.

Bi êrîşê du endamên hêzên hevkar yên Artêşa Azad ya Sûrîyê, ku tedawî dibûn, birîndar bûn.

Ti leşkerên Amerîkî di êrîşê de birîndar nebûne.

Berdevkê CENTCOM’ê Joe Buccino got ku êrîşên bi vî rengî nayê qebûl kirin.

Buccino dîyar kir ku êrîşên wisa têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dixe xeterê.

Jêder: NPA

XS
SM
MD
LG