Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Hejmara Kuştiyên Êrîşên Amerîka li Sûriyê Gihîşt 19 Kesan


Êrîşên asmanî yên Amerîka li Sûriyê
Êrîşên asmanî yên Amerîka li Sûriyê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan roja Şemiyê got ku hejmara kuştiyên êrîşên asmanî yên Amerîkî li ser bingehên alîgirên Îranê li rojhilatê Sûriyê gihîştiye 19 çekdaran , di yek ji pevçûnên herî kujer ên navbera Amerîka û hêzên ser bi Îranê ve di salên dawî de.

Amerîka êrîş li rojhilatê Sûriyê pêk anî wek bersivdana êrîşeke dronan roja Pêncşemê ku di encamê de girêbestkarekî Amerîkî hat kuştin, û yek jî ligel 5 leşkerên Amerîkî birîndar bûn.

Washington got ku êrîş bi eslê xwe Îranî ye.

Êrîşên tolhildanê yên Amerîka li ser wan bingehên ku got li Sûriyê ji aliyê komên girêdayî Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îranê ve tên bikaranîn bi giştî 19 kes mirin, li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanya ye.

Çavdêriyê got ku êrîşên asmanî sê serbazên Sûrî, 11 çekdarên milîsên alîgirê hikûmetê û pênc çekdarên ne Sûrî yên girêdayî hikûmetê kuştin.

Serokê çavdêriyê Ramî Ebdulrehman nekarî nasnameyên biyaniyan diyar bike û ajansa Reutersê ku ev nûçe belav kir nekarî bi awayekî serbixwe van hejmaran piştrast bike.

Li gorî karbidestan, leşkerekî din yê Amerîkî birîndar bû, û jêderên xwecihî got ku guman heye roketên Amerîkî li deverên din li rojhilatê Sûrîyê ketine.

Serok Joe Biden roja Înê hişyarî da Îranê ku Amerîka dê "bi hêz" tevbigere da ku Amerîkîyan biparêze.

Îran di şerê Sûriyê yê 12 salan de piştevana sereke ya serok Beşar Esed bû.

Milîsên alîgir ên Îranê, di nav de koma Hizbullah a Lubnanî û komên Îraqî yên alîgirê Tehranê, li beşên rojhilat, başûr û bakurê Sûriyê û li derdora paytextê desthilatdar in.

Zêdebûna desthilata Tehranê li Sûriyê bûye sedema êrîşên asmanî yên Îsraîlî lê êrîşên asmanî yên Amerîkî kêmtir in. Amerîka li ser bernameya dronên Îranê hişyarîyê dide.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG