Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandên Amerîkî û Sûrî li Munich Kom Dibin

Şandeke Sûrîyê îro Şemîyê ligel hejmareke endamên Kongresa Amerîkayê bi serokatîya Senator Jeanne Shaheen re kom bû.

Di çarçoveya Konferansa Ewlekarîyê li Munich a Almanayê, şanda Sûrî ku ji Wezîrê Derve Esed el Şeybanî û fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed, Berpirsa Ofîsa Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser ligel alîyê Amerîkayî kom bû.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên li Sûrîyê û deverê hatin behskirin.

Ajansa SANA ya fermî ya Sûrîyê ragihand ku di kombûnê de tekezî li ser giringîya parastina yekîtîya axa û selametîya serwerîya Sûrîyê hat kirin.

Navenda ragihandina HSD'ê jî di daxuyanîyekê de got, “Mijara serekî ya civînê peymana entegrasyonê û misogerkirina agirbestê û bihêzkirina aramîyê bû.”

SANA herwiha da zanîn ku herdu alîyan piştgirîya xwe bo pêvajoya siyasî û parastina ewlekarî û aramîyê diyar kirin.

XS
SM
MD
LG