Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Amerîkayê Cezayên Qeyser Ji Ser Bakurê Rojhilata Sûriyê Rakirin


Li gor biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, êdî veberhêner dikarin di sektorên çandinî, zanyarî û peywendiyan, elektirîk, avahîsazî, aborî, enerjiya pak, veguhastin, tendirûstî, perwerde, pîşesazî û bazirganiyê de veberhênanê li herêmên rêveberiya xweser ya bakurê rojhialata Sûriyê bikin, bêyî ku ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve ceza li ser wan bê sepandin.

Li gorî daxuyanîya wîzareta derve ya Amerîkayê ev birîyar dê geşepêdana herêmên rizgarkirî ji Daişê bike û alîkarîya mirovî ji xelkên deverê re bike û rê ber jinûbihêzbûna Daişê bigre.

Ev birîyarname bû cihê karvedanên cûda.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û got:

"Em destûrnameya Amerîkayê ji bo herêmên #AANES ji bo ji nû ve avakirina jêrxanê û piştgiriya aboriya me dinirxînin, ev pêngaveke ku dê li dijî DAIŞê derkeve û hêviyê bide hemû gelê Sûriyê. Em pêşwaziya hemû kompanyayan dikin ku li vir veberhênanê bikin."

Li alîyekî din, ev birîyar name bû cihê nerazîbûnê li gel Turkî.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu, ragihand, ku ew vê pêngava hikûmeta Amerîkayê wek hewlekê bo rewadîtina PKKê û YPGê dibînin.

Serokkomarê Tirkiyê jî li beramber wê biryarê rexne li Amerîkayê girtin.

Şopîner bawerde dikin ku ev birîyarname wê alîkarîyek baş ji bo sepandina aramîyê li deverên Rêvebirîya xweser bike.

Lê gorî şopîner Dilbirîn Xelo ku astengîyên mezin pêş bicîanîna vê birîyaenamê di serî de di milê ewlehî bi taybet helwesta Turkî ku berdewam bi drûn û topan herêmên rêveberîya xweser armanc dike.

"Turkî ne pabendî peyana agirbestê ya Octobera 2019 an, û ev yek di cihê metirsîyê be li gel çi kampanîyekê ku bixwaze li Rojavayê kurdistanê û deverên rizgarî kar bikin. Dive Amerîka fişarê li Turkî bike da ku bi peymana agirbestê bapend be."

Hêjaye gotinê ye ku Roja Pêncşemê di civîna Hevpeymana navnetweyî ya dijî DAIŞê de li Marakeş a Fasê, şêwremenda Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland diyar kir ku Washington dê destûrnameyeke giştî bide kompanyayên ku dê veberhênanan li Rojavayê Kurdistanê bike û wan ji cezayên Amerîkayê cuda bigire.

Nuland diyar kir ku par 45 milyon dolar li van herêman hatiye xerckirin û Washington dixwaze îsal 350 milyon dolaran ji endamên hevpeymanan ji bo xebatên aramkirina bakûr rojhilata sûrîyê kom bike.

Nuland her wiha destnîşan kir, Amerîka ji bo Iraqê jî li dû heman armancê ye.

Victoria Nuland ragihand ku ji bo pêşîgirtina DAIŞê veberhênana li van deveran pêwîst e.

Hêjey gotinê ye ku biryarnama Amerîkî bû cihê razîbûnê li kolana kurdên sûrîyê

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG