Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya bi Tundî Rexneya Biryara Amerîka ya Zeviyên Niftê li Sûriyê Dike


Wezareta berevaniya Rûsya bi awakî tund Amerîka Rexne kir li dor biryara wê ya şandina hêzan erebeyên leşkerî bo rojhilatê Sûriyê ji bo parastina zeviyên niftê.

Wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper dibêje aramnca şandina vê hêzê ew e ku zeviyên niftê nekevin nav destê çekdarên Daişê.

Lê peyvdarê wezareta berevaniya Rûsya general Igor Konashenkov îro Şemiyê got ku” Tiştê Waşinton niha dike, dorpêçkirin û kontrolkirina zeviyên niftê li rojhilatê Sûriyê, ew bi hêsanî, çetetiya dewletê ya navnetewî ye.”

Wî di daxuyaniyekê de got hemê berhemên bin erdê li Sûriyê ew “ne milkê Daişê ne û ne jî yên Amerîka ne, belê ew tenê yên komara Erebî ya Sûrî ne.”

XS
SM
MD
LG