Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Pêvajoya Derxistina Sûrîyê ji Lîsta Piştgirên Terorê Destpê Dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Çarşemê ragihand ku serok Donald Trump Kongrês agahdar kiriye ku rêveberîya wî dixwaze Sûrîyê ji lîsta welatên piştgirên terorê derxe.

Rubio di daxuyanîyekê de got, ku agahdarkirina Serok Trump tê piştî agahdarîyeke berî 45 rojan.

Wezîr, di daxuyanîya xwe ya ku wezareta derve li ser platforma X’ê jî parve kir de, anî ziman ku “Ev gaveke din a dîrokî ye ji hêla Serok Trump ve da ku derfeteke mezinbûnê bide gelê Sûrîyê.”

Li gor Rubio, “Rakirina dorpêçan ji ser Sûrîyê dê bazirganî û weberhênana navneteweyî veke, derfeteke nûavakirinê bide Sûrîyê, û ji bo gelê Sûrîyê serdemeke nû veke. Sûrîyayeke aram û yekgirtî ku bi xwe û cîranên xwe re di aştîyê de ye, ne tenê ji bo herêmê, lê ji bo tevahîya cîhanê sûdmend e.”

“Ev biryar tê piştî Fermana Cîbicîkar a Serok Trump di 30ê Hezîrana 2025an de, ku rê li ber sivikkirina dorpêçan ji bo Sûrîyê vedike, guhertinên erênî û çalakîyên dijî terorê yên hikûmeta Sûrîyê bi serokatîya Ehmed El-Şeri’, û piştrastkirinên fermî yên ku ji hêla Serok El-Şeri’ ve hatine dayîn, nîşan didin ku Sûrîyê dê di siberojê de piştgirîyê nede kiryarên terorîzma navneteweyî,” Wî got.

Daxunaîya ku li ser malpera wezaretê jî hat belavkirin got, “Îro qonaxeke girîng e di têkilîya dualî ya Amerîka û Sûrîyê û di dîroka Sûrîyê de, wekî welatek. Em hikûmeta Sûrîyê ji bo hilbijartina rêyeke nû pîroz dikin û em li bendê ne ku hevkarîya bi Sûrîyê û gelê wê re baştir bikin.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG