Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje Rêberekî El-Qaydê li Sûrîyê Hate Armancgirtin


Amerîka ragihand ku koalîsona bi pêşengîya wê îro Çarşemê li rojavayê bakurê Sûrîyê êrîşeke dronî biriye ser berpirsekî payabilind yê El-Qaydê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku li nêzî bajarokê Haremê êrîşek li dar ketiye û 1 kes hatiye kuştin, lê nasnameya wî hîn eşkere nebûye.

Ev êrîşa dronî dişibe wan operasyonên salên dawî ku berpirsên payebilind yên El-Qaydê û Dewleta Îslamî (DAIŞ) kuştibûn.

Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) berê dabû zanîn ku hêzên Amerîkî li rojavayê bakurê Sûrîyê dijî rêberekî El-Qaydê êrîşek li dar xistiye.

CENTCOM ragihand ku her ku hûrgilîyên nû werin ewê agahîyê bidin bîragiştî.

Generalê Amerîkî Erik Kurilla dîyar kir ku êrîşa dawî piştast kiriye ku ew dixwazin DAIŞ û El-Qaydê bi tevahî têk bibin.

Di salên borî de êrîş pirtir dijî Horas al-Dîn bûn ku wateya wê bi Erebî, Parêzvanên Dîn e.

Hin endamên wê komê ji Heyet Tahrîr el Şam ya li Îdlîbê qetîne ku ew bi tundrêbûna xwe têne nasîn.

Amerîka di sala 2017’an de bi êrîşa esmanî li Sûrîyê fermandarê El-Qaydê Ebu el Xeîr el Masrî kuştibû ku ew wek cîgirê berê yê Usame bîn Ladîn jî dihat nasîn.

Îdlib li Sûrîyê herêma dawî ye ku di destê serhildayan de maye.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG