Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Talîbanê Tevlî Gera 8an a Axaftinên Aştiyê Dibin


Amerîka û Tevgera Talîbanê îro li Dewha ya paytexta Qeterê dest bi gera 8an a axaftinên aştiyê dikin.

Berpirs dibêjin ev ger ya herî girîng e di guftûgoyên aştiyê de, ku mebest jê bidawîanîna şerê 18 salan ê Afghanistanê ye.

Demekê berê vê hefteyê, Suheyl Şahîn, ê ji ber tîma Talîbanê ya guftûgoyan ve diaxive, ji Dengê Amerîka re got ku herdû aliyan li dirêjiya nêzîkî salekê baş kar kir ji bo darêjtina reşpelekê ku tê de hemî birêsgirêk hatine derbirîn.

Şahîn got:

“Reşpel nîşanê bi wê yekê dide ku erêkirineke hevbeş heye li dor derketina hêzên Amerîkî ji Afghanistanê li beramber gerantîkirina Talîbanê ku axa Afghanistanê, û bi taybetî herêmên bin kontrola me de, nebin meydana terorê.”

Neteweyên Yekgirtî di raporteke xwe de îro Şemiyê, bilindbûna jimara qurbaniyên sivîl li Afghanistanê ragihand.

Ew dibêje bêhtirî 1,500 sivîl di meha Tîrmehê de hatine kuştin û birîndarkirin, û ev jî ji Nîsana sala 2017an ve, jimara herî bilind e di mehekê de.

XS
SM
MD
LG