Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Talîbanê Dê Gereke Girîng a Guftûgoyan Lidar Bixin


Amerîka û Tevgera Talîbanê biryar e vê hefteyê li welatê Qeterê gereke girîng a guftûgoyan lidar bixin, ku pêşbînî tên kirin ew karibin pêşketinan qezenc bikin di hewlên salekê de ji bo dawîanîna şerê Afghanistanê.

Ev dê bibe gera heftan a axaftinan ku Doha ya paytexta Qeterê mêvandariya wan dike.

Gurûpa Talîbanê nivîsîngeheke siyasî ya fermî li Doha heye.

Amerîkî yê jidayîkbûyê Afghanistanê Zalmay Khalilzad serkêşiya tîmê Amerîka dike.

Diyaloga ku hikûmeta Afghanistanê li derveyî wê ye, bi awakî bingehîn balê dide ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Afghanistanê li beramber gerantîkirina Talîbanê ku gurûpên terorîst axa Afghanistanê bikar neyînin ji bo êrîşên dijî welatên din.

Tîmên axaftinê yên Amerîka û Talîbanê biryarbû di kombûna meha Gulanê de bingihin rêkeftinekê lê guftûgo sar bûn ji ber ku Talîbanê red kir kiryarên dijminahî rawestîne berî ku hêzên Amerîkî vekişin.

XS
SM
MD
LG