Ajansa Reuters ji zarê karbidestên Amerîkî îro Duşemê ragihand ku hin hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê bûne armanca êrîşeke dronî.
Karbidestan ragihand ku di vê bûyera herî dawî ya êrîşên dijî hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn de ti zîyanên canî çênebûne.
Du karbidestên Amerîkî, ku nexwest navê xwe eşkere bikin, dîyar kir ku êrîş li bingeha El-Tenef ya nêzî sînorê Sûrîyê yê bi Îraq û Urdunê qewimî.