Washington —
Wezîra Derve ya Amerîka Marco Rubio ragihand ku dema nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê bo Sûrîyê Tom Barrack bi dawî bû.
Rubio Înê bi şev li ser platforma X'ê got: “Balyoz Tom Barrack wek nûnerê me yê taybet ji bo Sûrîyê roleke pir girîng lîst.”
"Tevî ku dema erkê wî bi dawî dibe, ewê ji bo rêveberîya Trump hem li Sûrîyê û hem jî li Îraqê roleke pêşeng bilîze û ewê pisporî, têkilî û têgihîştina xwe ya ji bo karnameya “Amerîka Pêşî” berdewam bike ku ji bo welatê me yê mezin serkeftinê bidest bixe.”
Tom Barrack Balyozê Amerîka li Tirkîyê, di 23ê Gulana 2025'an de wekî nûnerê taybet ê rêveberîya Trump bo Sûrîyê hatîbû destnîşankirin.