Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Talîzokên Werzî Yên Amerîkayê De Gumane Bi Dehan Kes Miribin


Piştî zincîreyeke talîzokên werzî ku bi navê Tornadoes tê nasîn şeva borî li hejmarek wîlayetên Amerîka, bi dehan kes ne diyar in û metirsî hene ku wan jiyana xwe ji dest dabin.

Hakimê wîlayeta Kentucky Andy Beshear ji telefizyona xwecihî ya WLKY re got dibe ku herî kêm 50 kes miribin û ew pêşbîniya bilindbûna hejmarê dike.

Beshear rewşa tengaviyan ragihand, nobedarên niştiman yên Kentucky çalak kirin û polîsê wîlayetê li wir belav kir.

Li Wîlateya Illinois polîs di daxuyaniyekê de got rûdanên tund yên keşûhewayê bûn sedema hilweşîna beşekî cihê kar yê Amazon û operasyona rizgarkirinê berdewam e.

Berpirsan got talîzok herî kêm bi ser pênc wîlayetan re derbas bûn, Arkansas, Illinois, Kentucky, Missouri û Tennessee.

Şarezayê keşûhewayê Eric Fisher li ser Twiterê got eger talîzok nêzîkî Tennessee li ser erdê bimîne, dê bibe talîzoka herî dirêj di dîroka Amerîkayê de.

XS
SM
MD
LG