Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington di Salvegera Erdhejên li Tirkîye û Sûrîyê de Soza Piştgirîya Domdar Dide


UN Security Council
UN Security Council

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield ser salvgera 1’ê ya erdhejên 6’ê Sibatê daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Thomas-Greenfield dîyar kir ku erdhejên ku Tirkîye û Sûrîyê bi qasî 60,000 kes kuştine û êşên mezin çêkirine.

‘’Amerîka jibo piştgirîyê bide alîkarîyên demdirêj bi partnerên xwe yên Tirk re ye û xebatan didomîne ku alîkarîyê bide wan Sûrîyan ku erdhejê bandor li wan kiriye.’’

Wê got ku bi erdhejan re krîza Sûrîyên bê berevanî kûrtir bûye û da zanîn ku Amerîka û sazîyên partner li Sûrîye û Tirkîyê pirtir ji 242 mîlyon dolar alîkarî kirine.

Thomas-Greenfield di daxuyanîyê de dîyar kir ku rejîma Esad meha borî pêşnîyar kiriye ku NY jibo 6 mehan di ser derîyê Bal el-Hava re bişîne û got ku her çiqas ew ji vê razî ne û ew dixwazin çi gava alîkarî hewce tîm alîkarîyan bişînin Sûrîyê.

Wê bang li rejîma Sûrî kir ku Bab el-Salaam û Al-Rai jî jibo alîkarî zûtir û çêtir herin werin vekirin.

Balyoza Amerîka ya li NY dîyar kir ku divê bîragiştî ya navneteweyî jibo av, xwarin û alîkarîyên din yên krîtîk herin bakurê Sûrîyê xebatên xwe bidomîne

XS
SM
MD
LG