Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Xezîneyê Hişberîya Çêkirî (AI) bo Bihêzkirina Ewlekarîya Kerta Darayî Bikar Tîne

Avahîya Wezareta Xezîneyê
Avahîya Wezareta Xezîneyê

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê destpêşxerîyeke mezin a hevbeş di navbera kerta giştî û taybet de ragihand, ji bo xurtkirina ewlekarîya elektronî û rêvebirina metirsîya jiber Hişberîya Çêkirî (AI) ya xizmetên darayî.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent di daxuyanîyekê de got, "Wekî ku vê Rêvebirîyê bi zelalî diyar kiriye, divê Amerîka pêşeng be di bikaranîna nûjen a Hişberîya Çêkirî de, û ev pirs ji bo ti sektorekê bi qasî sektora darayî girîng nîne."

Bessent herwih got, “Ev gav diyar dike ku hikûmet û sektora karsazîyê dikarin bihevre kar bikin da ku bibe piştgirî bo bikaranîna selametya Hişberîya Çêkirî bo xurtkirina sîstema me ya darayî.”

Berpirsên Xezîneya Amerîka dibêjin, ev çavkanîyên nû yên Hişberîya Çêkirî dê alîkarîya sazîyên darayî yên biçûk û navîn bikin ku karibin rû bi rû gefên li ser ewlekarîya elektronî bibin.

Ev destpêşxerî berhema hewldanên Rêvebirîya serok Donald Trump e ji bo zêdekirina bikaranîna Hişberîya Çêkirî.

Di roja yekem a serokatîya xwe de, Serok Trump fermanek îmze kir ku rênimayên rêvebirîya berê yên li ser Hişberîya Çêkirî hilweşandin û biryar da çalakîyên peywendidar bi Hişberîya Çêkirî zêde bikin.

XS
SM
MD
LG