Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent dibêje ku Amerîka pereyê ku Komara Îslamî ya Îranê dişîne derve dişopîne û dibe ku destê xwe deyîne ser wan wekî beşek ji kempeyna fişara herî bilind li dijî rejîma Tehranê.
Di hevpeyvînekê de ligel televizyona Fox News, Bessent roja Çarşemê got ku eger Serok Donald Trump bang li Wezareta Xezîneyê bike ku em destê xwe deyînin ser pereyê Îranê li derveyî welêt, “emê wan pereyan li gelê Îranê vegerînin.”
Bessent got ku rejîma Îranê tenê bi rîya “hêzê” têdigihêje, “çi di bazarên darayî de, çi jî di qada leşkerî de.” Karbidestê Amerîkayî da zanîn ku Wezareta Xezîneyê fişara herî bilind hember rejîma Îranê di sala borî de bikar anîye û wê yekê niha berdewam dike.
Di postekê de li ser platforma X'ê meha borî belav kir, Bessent got ku rejîma Îranê wekî “cerdonên li nav keştîyeke ku binav dibe” ye. Wî diyar kir ku karbidestên rejîmê “pereyên ku ji malbatên Îranê dizîne dişînin bank û dezgehên darayî li seranserê cîhanê.”
Bessent got: “Piştrast bin, dê Wezareta Xezîneyê (di vî warî de) kiryarekê bike.”