Breaking News

Wezareta Xezîneya Amerîkayê Cezayan Datîne ser Toreke Hizbullaha Libnanî

Avahîya Wezareta Xezîneya Amerîkayê li Washingtonê.
Avahîya Wezareta Xezîneya Amerîkayê li Washingtonê.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka îro Çarşemê dijî torên wekaletê yên Îranê û jêderên darayî yên koma Hizbullahê ya Libnanî toleyên nû ragihandin.

Ofîsa Kontrola Darayî ya Samanên Biyanî ya Wezareta Derve (OFAC) ragihand ku Komeleya Wa Ta’awanu ya navenda wê li Libnanê ye û avakarê wê Afif Abdel Rida Chouman jiber ku di bin navê xêrxwaziyê de bexşên ji derve jibo çalakîyên terorîstî yên Hizbullahê dixebitînin, ketine lîsteya toleyan.

Wezaretê dîyar kir ku tor li ser navê Hêza Quds a Pasdarên Şoreşa Îranê û Hizbullahê di ser Libnan û Tirkîyê re pere û zêren zêde dibe, bi toleyan hat armanckirin.

Di nav wan kesan de ku hatne armanckirin Hesenn Xeşan û birayê wî Îbrahîm Xeşan hene ku li Lubnan û Tirkîyê karên veguhestina zêr û pereyan dikin.

Bi van cezayan hemû mal û milkên wan kes û sazîyên ku ketine lîsteyan hatine cemidandin.

Wezaretê dîyar kir ku bazirganî û danûstandina bi wan re hatiye qedexekirin.

Li gor hişyarîya wezareta xezîneyê, sazîyên darayî yên bîyanî yên ku bo wan navbeynkarîyê dikin dikarin bi cezayan re rûbirû bimînin.

XS
SM
MD
LG