Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Kuştina Jîna Amînî, Amerîka Sizayên Nû Datîne ser Îranê


Avahîya Wezareta Xezîneyê li Washington.
Avahîya Wezareta Xezîneyê li Washington.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî îro Pêncşemê siza danî ser polîsê Exlaqî yê Îranê jibo binpêkirin û tundûtûjîya dijî jinên Îranî û binpêkirina mafên xwepêşanderên aştîyane yên Îranî.

Polîsê Exlaqî berpirs in hember kuştina keça Kurd ya 22 salî Jîna (Mahsa) Amînî hatibû girtin jiber ku hîcab bi awayekî guncav lixwe nekiribû.

Wezareta Xezîneyê herwiha siza danî ser heft rêberên payebilind yên hêzên ewlekarîya Îranê, di nav de jî Polîsê Exlaqî, Wezareta Zanyarî û Ewlekarîyê, Hêzên Basîj û çend hêzên din yên fermî.

Ev karbidest berpirsên wan rêxistinan in ku tundûtûjîyê dijî xwepêşander, çalakvanên mafên mirov û çalakvanên mafên jinê bikar tînin.

Janet Yellen, Wezîra Xezîneya Amerîkî.
Janet Yellen, Wezîra Xezîneya Amerîkî.

Wezîra Xezîneya Amerîkî Janet L. Yellen got ku “Mahsa Amînî jineke wêrek bû ku mirina wê li cem Polîsê Exlaqê kiryareke din ya hovane bû ji alîyê hêzên ewlekarîya rejîma Îranê ve dijî xelkê Îranê.”

Karbidesta Amerîkî herwiha got, “Em vê kiryara bê wijdanî bi bihêztirîn peyv şermezar dikin û bangê li hikûmeta Îranê dikin ku tundûtûjîya xwe li dijî jinan rawestîne û herwiha tundûtûjîyê li dijî azadîya derbirîn û kombûnê rawestîne.”

Karbidestên Îranî ku di sizayên îro yên hikûmeta Amerîkî de bûn armanc ev in:

Mohammad Rostami Cheshmeh Gachi, berpirsê polîsê exlaqî.

Haj Ahmad Mirzaei, berpirsê şaxê Tehranê yê polîsê exlaqî.

Esmail Xetîb, Wezîrê Zanyarî û Ewlekarîyê.

Salar Abnoush, cîgirê fermandarê hêzên Basîjê.

Qasem Rezaei, cîgirê fermandarê hêzên cîbicîkirina qanûnê.

Manouchehr Amanollahi, fermandarê hêzên cîbicîkirina qanûnê li parêzgeha Chaharmahal û Bextîyarî.

Kiyumars Heidari, fermandarê hêzên bejayî yên Îranê.

XS
SM
MD
LG