Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro Sêşemê ragihand ku wê sizayên nû danîne ser 35 kesayetî û sazîyên ku serpereştîya sîstema bankî ya neqanûnî li Îranê dikin.
Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de got ku ev kesayetî û torên Îranê rê didin hêzên çekdar ên Îranê, di nav de jî Pasdarên Şoreşa Îslamî, ku xwe bigihînin sîstema navnetewî ya cîhanî ji bo wergirtina pereyê firotina ne yasayî ya petrolê.
Wezaretê herwiha got ku rejîma Îranê vê sîstemê bikar tînin ji bo kirîna pêkhateyên hestiyar ên mûşek û sîstemên din ên çekan û bo şandina pereyan bo komên terorîst ên ser bi Îranê ve.
Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent got: "sîstema sîber a bankê li Îranê wekî xeteke jiyanê ya girîng bo hêzên wê yên çekdar dixebite. Ew rê dide çalakîyên wê ku bazirganîya cîhanî têk bibe û tundûtûjîyê li seranserê Rojhilata Navîn gûr dike."
Bessent herwiha da zanîn ku "pereyên neqanûnî ku bi rîya vê tevneyê tên piştgirîya operasyonên terorîst ên berdewam ji alîyê rejîmê ve dike. Ew herwiha metirsîyeke rasterast tîne ser hêzên Amerîkî, hevalbendên herêmî û aborîya cîhanî. Dezgehên darayî çavdêrîyê dikin. Çi dezgeha ku alîkarî yan beşdarî van toran bibe dê li jêr rîska bertekên tund be."