Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Derbarê Danûstandina ligel Îranê Hişdarîyê Dide Sazîyên Darayî yên Biyanî

Avahîya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê
Avahîya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hişyarî da sazîyên darayî yên biyanî ku eger bêyî agahdarkirina pêşwext bi Îranê re karsazîyê bikin, dibe ku rastî cezayên Amerîkayê werin.

Wezareta Xezîneyê Duşemê ev hişyarî da û got ku "Sazîyên darayî yên biyanî yên ku bi saziyên darayî yên Îranê re danûstandinê dikin, dibe ku bêyî agahdarkirina pêşwext werin cezakirin û divê demûdest gavên pêwîst bavêjin da ku çalakî û têkilîyên xwe bi Îranê re biqedînin."

Wezareta Xezîneyê ji 28'ê Sibatê ve, dema ku Operasyona Hêrsa Dastanî dest pê kir, tedbîrên tund li dijî sektora darayî ya Îranê ferz kirine.

Wezîrê Xezîneyê Scott Besant do Duşemê got ku givaştin dê berdewam bike "heta ku rejîma Îranê dev ji kiryarên terorîstî û pêşxistina çekên navokî berde."

This item is part of
XS
SM
MD
LG