Washington —
Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro Înê ragihand ku wê sizayên nû danîne ser sê navendên guhertina pereyan.
Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de got ku ev navend alîkarîya rejîma Îranê dikin ku pereyên petrolê veguherînin û bidin artêşa xwe.
Wezaretê herwiha da zanîn ku ew bi van cezayên nû rê li ber firotina petrola Îranê tê girtin û pereyên di destê Îranê de “kêm dibin.”
Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent got: "Îran serê marê terora cîhanê ye. Bi rêberîya Serokê Amerîkayê Donald Trump, em bi tundî rêyên pereyan li ber artêşa Îranê digirin.”
Bessent herwiha got “Em nahêlin Îran pereyan qezenc bike û her kesê ku alîkarîya wan bike, emê wan ceza bikin."