Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Xezîneya Amerîkayê Cezayên Dijî Rejîma Îranê Zêde Dike

FILE PHOTO: U.S. first lady Melania Trump and Treasury Secretary Bessent deliver remarks on a initiative for savings and investment accounts for children in foster care
FILE PHOTO: U.S. first lady Melania Trump and Treasury Secretary Bessent deliver remarks on a initiative for savings and investment accounts for children in foster care

Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro Sêşemê di daxuyanîyekê de ragihand ku wê cezayên li dijî tora Şemxanî ya Îranî zêde kirine.

Wezaretê li ser platforma X’ê got, “Îro, Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê hewlên xwe ji bo têkbirin û xerabkirina tora veguhestina neqanûnî û xwedûrxistina ji cezayan a Mihemed Huseyîn Şemxanî, zêde dike.”

“Ev kiryar beşek e ji hewldanên berdewam ên Wezareta Xezîneyê ji bo zêdekirina fişara aborî li ser rejîma Îranê piştî ku wê êrîşên têkder li Tengava Hormuzê ji nû ve dest pê kirin,” Wezaretê got.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent post û daxuyanîya wezaretê li ser hesaba xwe ya X’ê parve kir û got, “Rejîma Îranê bi xapandinê dijî, û tora Şemxanî yek ji alavên wê yên herî bi qezenc e.”

“Xezîne binesazîya darayî ya ku dihêle rejîm gefên xwe yên li ser ewlehîya niştimanî ya Amerîkayê û veguhestina li seranserî cîhanê bidomîne, digire,” Bessent got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG