Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Sizayan Datîne ser Kompanîyeke Şûştina Pereyan ya Çînê

Logoya Wezareta Xezîneya Amerîkayê
Logoya Wezareta Xezîneya Amerîkayê

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro Çarşemê siza danîn ser rêxistineke tawankarî ya Çînî ku şûştina pereyan û sextekarîyê dike.

Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ragihand ku platforma bi navê Xinbi Guarantee ya ku bi zimanê Çînî ku rastî van sizayên Amerîkayê hatiye, bi awayekî berfireh ji alîyê tawankarên sîberî ve tê bikar anîn da ku şûştina pereyan û çalakîyên sextekarîyê li seranserê cîhanê birêve bibin.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent piştî vê ragihandinê got ku ev navendên sextekarîyê salane bi milyaran dolar ji welatîyên Amerîkî didizin.

Bessent herwiha diyar kir ku Rêvebirîya Serok Trump di hewlên xwe de yekbûyî ye ji bo têkbirina rêxistinên tawankarî yên li derveyî welêt.

This item is part of
XS
SM
MD
LG