Hejmarên nû yên li ser bazara kar a Amerîkayê nîşan didin ku di meha Tebaxê de, 162,000 karên nû li welêt hatine afirandin; Hejmareke ku ji hêvîyên aborînasan pir zêdetir bû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Social kêfxweşîya xwe bi geşbûna aborî anî ziman û ew wekî destkeftîyek mezin bi nav kir.
Serok ji ajansan xwest ku ji enflasyonê netirsin, got ku aborîya Amerîkayê di serdema xwe ya zêrîn de ye û ji kêmkirina rêjeyên faîzê yên bankan dudilî nebin.
Berê, rapirsîyên Dow Jones di nav aborînasan de tenê 53,000 kar ji bo Tebaxê pêşbînî kiribûn, lê encam herî kêm sê caran bêhtirî pêşbînîyan in.