Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku eger ew di lîsta dengdanê de bûya. Dê wan serkeftineke mezin bi dest xitibaya.
Serok Trump di posteke kurt de li ser platforma xwe ya Truth Social anî ziman ku, “Eger Ez di lîsteya dengdanê de nebûm, lê eger ez tê de bama, me dê bi serkeftineke mezin bi dest xistiba! Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijarê.”
Axaftina Trump tê di demekê de ku li hejmarek wîlayetên Amerîkayê encamên hilbijartinan diyar bûne.
Ta niha komarîyan Kursîyên Wyoming, Kentucky û Oklahoma parastin û Demokrat li Illinois û New Hampshire bi ser ketin
Ji pêşbirkeyên ku zêdetir balê dikişînin, yên li wîlayetên Alaska, Iowa, Kansas, Maine, Michigan, Ohio û Teksasê ne, ku dê roleke girîng di diyarkirina piranîya senatoyê de bilîzin.