Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Amerîka Dest bi Paqijkirina Tengava Hormuzê Kiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Amerîkayê dest bi paqijkirina Tengava Hormuzê ji mayînên deryayî yên Îranê kiriye.

Trump roja Şemîyê li ser platforma Truth Social got: "Ev hewldana Amerîka ya paqijkirina Tengava Hormuzê ji mayînên Îranê xizmetek e ji bo welatên cîhanê, di nav de Çîn, Japonya, Koreya Başûr, Fransa, Almanya û gelekên din."

"Bi awayekî ecêb ne vîyan û ne jî cesareta wan heye ku vê bikin," wî got.

Serok Trump da zanîn, "Medya dixwaze wisa nîşan bide ku Îran serketîya şer e, di demekê de ku her kes dizane ku ew têk diçin û ew bi awayekî berçav têk diçin."

"Îranîyan ne hêza deryayî, ne jî hêza esmanî heye, sîstemên wan ên berevanîya dij firokan bi tevahî hatine hilweşandin, radarên wan hatine hilweşandin, kargehên wan ên mûşek û dronan bi giştî hatine wêrankirin, ligel mûşek û dronên wan," Serokê Amerîkayî got.

Trump dibêje ku tenê gefa ku dimîne mayînên deryayî yên Îranê ne ku dikarin ziyanê bidin keştîyan û Amerîka wan paqij dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG