Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ti Kart di Destên Îranê de Tune

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand "karbidestên Îranî hîn tênegihîştine ku kartên wan nemane," di demekê ku Amerîka û Îranê bi danûstandinên li Pakistanê xwe amade dikin.

Serok Trump ser platforma Truth Social got Îranê tenê rêyên avê yên navneteweyî mane ku ew dikare wan ji bo demeke kurt li dijî civaka navneteweyî bikar bîne, û tenê ev taktîk amûra wan e.

Wî got, "Tenê sedema ku Îranî hîn sax in ew e ku ew karibin danûstandinan bikin."

Di posteke din de, Serok Trump got "Îranî di rêvebirina medyaya sexte û nûçeyên şaş û têkilîyên giştî de ji şerkirinê çêtir in."

Berî ku van postan roja Înê biweşîne, Serok Trump gef xwar ku keştîyên şer ên Amerîkî dê bi "çek û cebilxaneyên herî baş" werin barkirin da ku êrîşên li ser Îranê ji nû ve bidin destpêkirin, eger danûstandinên aştîyê li Pakistanê bisernekevin.

Demeke kurt piştî ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance berê xwe da Pakistanê da ku bi Îranê re danûstandinan bikin, Serok Trump ji rojnameya The New York Post re got, "Di 24 demjimêrên din de dê were zanîn ka danûstandin dê biserbikevin an na."

Wî got, "Em xwe ji nû ve rêxistin dikin. Em keştîyên xwe bi cebilxaneya herî baş, çekên herî baş ên ku heta niha hatine çêkirin bar dikin. Heta ji yên ku me berê bikar anîye çêtir in."

Biryar e danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de bi navbeynkarîya Pakistanê sibe Şemîyê li Îslamabadê destpê bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG