Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Rejîma Îranê: 'Ti Peyman Nabe, Tenê Radestbûna Bê Merc'

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku "ji bilî radestbûna bê şert û merc, ti peyman bi Îranê re çênabe."

Trump roja Înê di postekê de li ser platforma Truth Social got: "Piştî wê yekê û dema ku Îran rêberekî mezin û pejirandî hilbijêre," hingê Amerîka û hevalbendên wê dê kar bikin ji bo jinûve avakirina aborîya Îranê.

Di peyamê de, Serok Trump got ku hewlên bêwestan ên Amerîka û hevkarên navnetewî dê Îran "ji qiraxa wêrankirinê" were vegerandin û got ku welat dikare "ji hêla aborî ve ji her demê mezintir, baştir û bihêztir be."

Trump peyama xwe bi gotina "Îran Dîsa Mezin Bike!" bidawî kir.

Ev yek di demekê de tê ku Operasyona Hêrsa Dastanî ya dijî rejîma Îranê sibe Şemîyê hefteya yekê bidawî dike. Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê ve hejmareke mezin ji karbidestên rejîmê hatin kuştin, di nav de Rêberê Bilind Elî Xamineyî.

XS
SM
MD
LG