Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ew bawer nake ku rêberê nû yê Îranê dê karibe bi aştî bijî.
Di hevpeyvînekê de ligel televizyona Fox News, Serok Trump got ku ew ji destnîşankirina Mucteba Xamineyî wekî rêberê bilind yê Îranê ne razî ye.
Mucteba Xamineyî kurê rêberê bilind yê berê Elî Xamineyê ye ku di destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê 28'ê Sibatê de hate kuştin.
Trump got: "Ez bawer nakim ew dikare bi aştî bijî."
Serokê Amerîkayî behsa Operasyona Hêrsa Dastanî kir û got, encamên operasyona leşkerî ya Amerîka li ser Îranê "Ji ya ku dihat çaverêkirin bêtir bû." Trump herwiha got, ku ew matmayî ma ku Îran bi mûşek û dronan êrîşî welatên Kendavê dike.
Ji destpêka şer ve, Îranê êrîş birine ser 12 welatên herêmî de, di nav wan de Herêma Kurdistanê gelek caran bûye armanc.
Serokê Amerîkayî herwiha got ku eger heye ew amade be ligel Îranê danûstandinan bike, lê ev yek bi şert û mercan ve girêdayî ye.
Trump got: “min bihîst ku Tehran gelekî dixwaze danustandinan bike.”
"Eger tu hizira wê bikî, nema êdî pêdivî ye em ligel wan biaxivin, lê ew pêkan e."