Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Tiştê Em li Îranê Dikin Pêwîst bû Gelek Salan Berê Bibaya

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê got ku Amerîkayê bi alîkarîya Îsraîlê tiştê ku divê gelek salan berê li dijî Îranê bihata kirin, niha dike.

Trump di axaftina xwe ya berî kombûna li gel endamên rêveberîya Navenda Trump Kennedy de got, "Helmeta me ya leşkerî ya bihêz ji bo bidawîkirina gefên rejîma Îranê di van çend rojên borî de bi awayekî hêzdar berdewam dike. Ew bi rastî jî hatine tunekirin. Hêza wan a esmanî nemaye. Hêza deryayî nemaye. Gelek, gelek keştî hatine binavkirin."

Serok di axaftina xwe ya li Koşka Spî de got, "Ji destpêka êrîşan ve, me li seranserê Îranê zêdetirî 7000 cih kirine armanc, û ev bi piranî armancên bazirganî û leşkerî bûn. Me di avêtina mûşekên wan ên balîstîk de kêmbûnek 90% û di êrîşên dronan de kêmbûnek 95% bi dest xistiye."

"Em bi tundî bingeha pîşesazîyê û şiyana jinûavakirina mûşekên wê ji holê radikin. Şiyana dronan nêzîkî sifir dibe û em şiyana wan a gefxwarina keştîyên bazirganî li Tengava Hormuzê bi tundî dişkînin. Me li hemî 30 keştîyên wan ên mayînan xistiye û ew wêran kirine. Ew hemî li binê deryayê ne," Wî got.

Serok bal kişand ser metirsîya pêşbîn a ku dê Îranê li herêmê bisepanda û got,” Em nahêlin ku welatê herî tundûtûj û hov ê 50 salan çekên navokî hebin, ji ber ku dê Rojhilata Navîn nemaba. Îsraîl dê pêşî biçûya. Û bê guman wê berî ku em dest bi kar bikin û bêjin ku divê em wan ji holê rakin, li me bixistana.”

Trump got ku Amerîka ji çend welatan dixwaze ku hêzên deryayî bişînin da ku alîkarîya ewlehîya Tengava Hormuzê bikin, ku yek ji rêyên herî girîng ên petrolê yên cîhanî ye.

Trump anî ziman ku "welatên din aborîya wan ji ya me pirtir bi Tengava Hormuzê ve girêdayî ye. Em ji vê tengavê kêmtir ji %1ê petrola xwe werdigirin. Hin welat pir zêdetir werdigirin. Japon 95%, Çîn 90%, gelek Ewropî jî pir distînin. Koreya Başûr 35% werdigirin.”

Ev axaftin di demekê de tê ku şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê berdewam dike û xemên cîhanî li dor dabînkirina petrolê û leşkerî hene.

XS
SM
MD
LG