Serok Donald Trump îro Sêşemê got ku Amerîka ligel "kesên rast" li Îranê danûstandinê dike bi mebesta gihiştina rêkeftinekê ji bo bidawîkirina şer û pevçûnan.
Serok Trump diyar kir ku Îranî gelekî dixwazin bigihêjin rêkeftinekê.
Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re got: "Em niha di danûstandinan de ne," bêyî ku ti hûrgilîyan bide.
Pakistanê îro Sêşemê ragihand ku ew amade ye mêvandarîya gotûbêjên di navbera Amerîka û Îranê de bike.
"Bi rastî em ligel kesên rast diaxivin û ew gelekî dixwazin ku rêkeftinek pêk were. Hûn nizanin ew çiqasî dixwazin ku rêkeftinekê bikin," Trump derbarê Îranîyan got.
Serokê Amerîkayî herwiha destnîşan kir ku operasyona leşkerî ya Amerîka, ku ji 28'ê Sibatê ve berdewam dikin, bi awayekî serkeftî berdewam dikin.
"Hêza wan a deryayî hatiye hilweşandin. Hêza wan a asmanî hatiye hilweşandin. Rêberên wan hatine tunekirin. Niha hejmareke rêberên nû hatine; emê binêrin ka ewê çawa bin," Trump got.