Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Êrîşkirina Navendên Enirjîya Îranê Deh Rojên Din Radigire

Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê ragihand ku ew li ser daxwaza Îranê 10 rojên din jî êrîşî navendên enirjîyê nake.

Serok Trump li ser platforma xwe ya civakî Truth Social anî ziman ku,” li ser daxwaza Hikûmeta Îranê, ji kerema xwe bila ev daxuyanî wekî nîşanekê be ku ez heyama hilweşandina Navendên Enerjîyê bi 10 rojan heta roja Duşemê, 6ê Nîsana 2026an, demjimêr 8ê êvarê, bi dema Rojhilat, radiwestînim.”

Serok behsa hewildanên lidarxistina rêkeftinekê bi rejîma Îranê re kir û got, “Hevdîtin berdewam dikin û, tevî daxuyanîyên şaş ên berevajî ji hêla medyaya nûçeyên derew û yên din ve, ew pir baş diçin.”

Trump peyama xwe bi “Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijarê! Serok DONALD J. TRUMP.” bi dawî anî.

Serok demekê berê îro Pêncşemê di civînekê de ligel kabîneya xwe li Koşka Sipî ragihand ku rejîma Îranê êdî mikur tê ku ew di warê leşkerî de têk çûye û ji ber vê yekê ew niha danûstandinê ligel Amerîkayê dike.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff îro Pêncşemê plana 15 xalî ya dawîanîna şerê dijî rejîma îranê, ku ji doh ve medya behsa wan dike, piştrast kir û got ku hûrgulîyên plana 15 xalî ya Amerîkayê ji bo komara Îslamî veşartî dimînin.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar got ku danûstandinên nerasterast bi rêya peyamên ku ji hêla Pakistanê ve têne şandin pêk tên, û Tirkîyê û Misir jî piştgirîyê didin vê destpêşxerîyê.

XS
SM
MD
LG