Karbidestekî Koşka Sipî îro Sêşemê ji kanala Fox News re got ku vekolînek li ser eşkerekirina wî kesî tê kirin ewê agahî daye medeyayê derbarê windabûna firokevanekî Amerkî, piştî ku firoka wî roja Înê li Îranê hate xistin.
Serok Donald Trump di konferanseke rojnamevanî de Duşemê li ser operasyona rizgarkirinê ya serketî, Serok Donald Trump got ku rêveberîya wî “karekî bihêz dike” da ku diyar bike ka kê agahî daye, ku jiyana firokevanê windabûyî xist metirsîyeke mezin.
Serok Trump got: “Em bawer dikin ku em dikarin wî nas bikin ji ber ku emê herin kompenîya medyayê ya ku zanyarî belav kirin û emê bêjin ev pirseke ewlekarîya niştimanî ye û ew dê wî kesî eşkere bikin û ewê here zindanê."
Zanyarîyên ku bo medyaya Amerîkayê hatin eşkerekirin gotibû ku “Balafireke şer a Amerîkî ji alîyê Îranê ve hate xistin û lêgerîn ji bo dîtina herdu firokevanan tê kirin.”