Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Cara Yekê Wekî Serok li Şîva Nûçegihanên Koşka Sipî Amade Bibe

Biryar e Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê beşdarî helkefta Şîva Nûçegihanên Koşka Sipî bo yekem car wekî serok bibe.

Komeleya Nûçegihanên Koşka Sipî nûnertîya wan rojnamevanan dike ewên ku nûçeyên Koşka Sipî û Serok dişopînin. Ev rêxistin bi awayekî salane vê ahengê birêve dibe. Serok Trump di serokatîya xwe ya yekê de beşdarîya li vê helkeftê boykot kiribû.

Di helkefta îsal de kesayetîya navdar Oz Pearlman dê bi fermî Şîva Nûçegihanên Koşka Sipî birêve bibe. Pearlman bi xwendina hiş û mejîyê xelkê tê nasîn.

Mebesta vê helkeftê ew e pîrozkirina raportên ser Koşka Sipî yên herî zêde li welêt hatine şopandin, lê ew herwiha derfet e ku Serokê Amerîkayî û rojnamevan bi awayekî rasterast û nefermî werin cem hev.

Helkefta Şîva Nûçegihanên Koşka Sipî kevneşopîyeke ku vedigere sala 1920'an. Di şîva yekem de serokê wê çaxê Warren G. Harding amade bû.

Serok Trump di destpêka Adarê de li ser platforma Truth Social gotibû ku Komeleya Nûçegihanên Koşka Sipî ew vexwendî şîvê kiriye û wî jî ew vexwendin qebûl kiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG