Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dakota Bakur Serok Trump û Serokê Berê Roosevelt bi Rêya 'AI' Bihevre Axivîn

Serok Trump ji bo Merasîm û Çalakiyên Bîranîna 250 Serxwebûna Amerîkayê li Dakota Bakur e
Serok Trump ji bo Merasîm û Çalakiyên Bîranîna 250 Serxwebûna Amerîkayê li Dakota Bakur e

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê ji Balafirgeha Andrews bi birokeya Air Once ber bi bajarê Medora, li Dakota Bakur ve çû.

Di qonaxa yekê ya serdana Serok Trump a Dakota Bakur de, wî serdana Pirtûkxaneya Theodore Roosevelt kir, ku beşek ji Parka Neteweyî ya Theodore Roosevelt e, li Medora.

Serok Trump dema serdana pirtûkxaneya Theodore Roosevelt a li Dakota Bakur kir bi rêya jîrîya çêkirî serokê berê yê Amerîkay Roosevelt bi axiftin pêşwazî lê kir û şîreta xwe ya navdar vegot, "Hêrsa xwe biparêze û ji bîr neke ku welat li pêşîya her tiştî ye."

Trump bersiva serokê berê da û got, "Ez van gotinan teqdîr dikim... Ez tenê dixwazim bêjim ku îro bi we re me, ji bo min şerefek e."

Pirtûkxane û parka neteweyî li wir ji bo bîranîna Serok Roosevelt hatine çêkirin ji ber ku wî beşek ji jiyana xwe li wê herêmê derbas kiriye û wî di got "Ez qet nikarim bibim serokê Amerîkayê bêyî ezmûna jiyana xwe li herdu Dakotayan".

Theodore Roosevelt di navbera salên 1901-1909an de 26emîn Serokê Amerîkayê bû.
Pirtûkxane dê bi fermî di 4ê Tîrmehê de, salvegera 250emîn a serxwebûna Amerîkayê vebe.

Tê hêvîkirin ku ev bîranîna serokê koçkirî Theodore Roosevelt bala hejmareke mezin ji geştyarên navxweyî û ji derveyî Amerîkayê jî bikişîne ser wê devera dûr.

Dakota Bakur bi Dakota Başûr, Minnesota, Montana û Kanadayê re hevsînor e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG