Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Fermana Desteserkirina Milkên Bazirganê Zêr Zarrab Dide


Dadwerên Tirkiyê fermana desteserkirina mal û milkên maldar û karsazekî Tirkî yê Îranî da, ku niha li Amerîka tê dadgehkirin di dozeka binpêkirian cezayên abûrî yên dijî Îranê de.

Ajansa nûçeyan a fermî Anadol doh derengî Înê got dadwerên Stenbolê daxwaza desteserkirina milkên bazirganê zêr Reza Zarrab kir li gel 22 kesên din ku tên tawanbarkirin bi “ îxaneta ji bo welatekî biyanî.” û her wiha “ hewildana qaçxiya mal û milkan.”

Zarrab niha li bajarê New Yorkê tê dadgehkirin li dor hewlên wî yên binpêkirina cezayên Amerîka yên dijî Îranê, ku gotibû wî bertîl dane rêvebirê berê yên Banka dewleta Tirkiyê Halkbank û wezîrê darayî yê berê.

Rêvebirê cîbecîkar ê Halkbank Mehmet Hakan Atilla, ku niha li Amerîka girtî ye, tê tawanbarkirin ku wî alîkariya Zarrab kiriye di veguhestina pareyên Îranî de bi riya bankên cîhanî.

Ew dibêje wî çi guneh di vê derbaê de nekirine.

XS
SM
MD
LG