Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê ji bo “Like” a Twîtekê Gazî Dîplomatekî Amerîkî Dike


Tirkiyê gazî dîplomatekî Amerîkî kir ji bo protestokirinê, piştî ku hesabê fermî yê Twîtera balyozxaneya Amerîkî like ji twîtekê re danî bû ku dibêje pêwîste Tirkiyê xwe ji qonaxeke siyasî re amade bike bê yî serkirdeyê partiya Neteweperest a Tirkiyê, ku dibêjin ew nexweş e.

Wezareta derve got dîplomatê Amerîkî roja Yekşemê hatibû gazîkirin tevî ku balyozxaneya Amerîkî di daxuyaniyekê de gotibû ku hesabê wê yê Twîterê bi şaşî posteke nepêwendîdar like kiribû û daxwaza lêborînê kir.

Gelekan ew twît bi awayekî wergerand ku dibêje mirina serkirdeyê netewperest Devlet Bahcelî nêzîk e.

Twît ji aliyê rojnamevanekî ve hatibû belavkirin ku Tirkiyê wî wek alîgirekî Fethulla Gulen tawanbar dike.

Twît bû cihê nerazîbûna partiya desthilatdar a serok Recep Tayyip Erdogan û her wiha partiya Bahcelî.

XS
SM
MD
LG