Tirkiyê îro Yekşemê raporta li dor pilaneka revandina rêberê Ayînî Fethulla Gulen red kir û ew wek raporteke pûç û bê bingeh bi nav kir.
Roja Înê, Rojnameya Wall Street journal raportek belav kir ku besha pilaneka berpirsên Tirkiyê dike ji bo revandina Gulen bo Tirkiyê.
Raport dibêje rawêjkarê taybet Robert Mueller vekolînan dike li dor pilanekê, ku destê rawêjkarê berê yê ewlekariya niştimanî ya Amerîka Michael Flynn û kurê wî tê de heye, da bi darê zorê Gulen radestî Enqera bikin li beramber 15 milyon dollar.
Tê Zanîn Tirkiyê bi awakî fermî ji Amerîka daxwaza radestkirina Gulen dike.
Ew Gulen tawanbar dike bi hewla beravêtî ya kudetayê li Tirkiyê sala borî.
Balyozxaneya Tirkiyê li Amerîka got ew li gel ajansên Amerîkî kar dikin ji bo dabînkirina belgeyên destêwerdana Gulen di hewla kudetayê de û got Tirkiyê kiryarên derveyî yaseyê nake.