Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîlgen:Dibe Ku Encamên Mezintir  ji Kirîza Amerîka û Tirkîyê Çêbin


Ayhan Bîlgen
Ayhan Bîlgen

Serokwekîlê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li ser krîza di navbera Amerîka û Tirkîyê de jibo Dengê Amerîka axaft.

wî got:

“Kirîza îro ya di navbera Amerîka û Tirkîyê de dibe encamên mezintir û demdirêjtir çêbike.”

Jiber girtina qeşeyê Amerîkî Andrew Craig Brunson girjîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de gur bû.

Hikumeta Amerîka gelek caran berdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson ji Hikumeta Tirkîyê kirî bû ku ew ji salekê zêdetire li girtigehê dihat girtin.

Qeşeyê Amerîkî Andrew Craig Brunson, li bajarê Îzmîrê yê gîredayî Tirkîyê 23 salan keşetî li dêra bi navê Dîrîlîş kir. Andrew Brunson, piştî hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyê Cotmeha 2016’an li Tirkiyê hatîbû girtin.

Ayhan Bîlgen li ser gotinên her du alîyan got, “Xuya dike ku lihevhatinek ne çêbûyê. Wisa xuya dike ku di navbera her du alîyan de kirîz dibe mezintir bibe. tê dîtin ku ev kirîz bi van gotinên tund nayên çareser kirin.”

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG