Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Peywendîyên Amerîka Û NATO Û Aloziyên bi Tirkiyê re


Serokê Amerîka Joe Biden her ji dema destbikarbûna xwe girngyeke taybet da vejandina peywendîyên Amerîka ligel hevalbendn NATO piştî girjîya siyaseta serokê berê Donald Trump peyda kirî.

Serok Biden di yekem seredan bo dervey welat ecindeka kareka mezin û berfireh dibe kombûna welatên G7 û NATO digel kombûnên Dû aliy digel serokê Rûsya Vladimir Putin û serokê Tirkiye Receb Tayyb Erdogan.

Serok Biden hişdarî da liser zêdebûna bandora Çin û Rûsya û di kombûna NATO de bal kişand ser kanê divê hevalbendîya welatên Rojava serederîyek çawan ligel wan welatan bihê kirin.

Li aliyeke din aloziyên di nav havpeymanan de û nebûna nêrînek hevbeş weke ya ligel Tirkiye helwestê NATO li hember Rûsya û Çînê lawaz kirîye.

kombûna Serok Biden ligel serokê Tirkiye mijareke dinê ya seredana Biden bû, ku nakokîyên herdû aliyan liser pirsa moşekên S-400 û nasandina Cenosîda Ermeniyan û siyaseta Tirkiyê li rojhilata navîn mijareke giringe.

Biden dikare têkelîyên Amerîka ligel hevalbendan sax bike ve? Aya di kombûna ligel serokê Tirkiye wê çareserîyan peyda bike yan dê têkeliyan aloztir bike?

Bernamê Tîrêj liser vê mijarê digel şirovekarê siyasî Loqman Reşîd Berwarî ji bajarê Nashvill ya wilayeta Tennessi ya Amerîka û Dr. Eli Miran mamostayê zanista siyasî li zaningeha Zaxo rawesta.

Bernama Tîrêj
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:24 0:00

XS
SM
MD
LG