Êrîşa hevbeş a Amerîka, Brêtanya û Frensa şeva borî dijî hin armancên hikûmeta Sûriyê bû cihê riyaksyonên ciyawaz li seranserî cîhanê.
Serokwezîra Brêtanya Theresa May got armanca êrtîşê ne guhertina rêjîma Sûriyê ye, lê ew rêgirtin e li pêş hikûmeta Esed ku careka din çekên kîmawî bikar neyîne.
Serokê Frensa Emmanuel Macron di daxuyaniyekê de got:
“Em nikarin rê bidin normalkirina bikaranîna çekên kîmawî… berpirsiyariya rêjîma Esed ne cihê gumanê ye."
Wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis got ev êrîş bo carekê tenê ye, lê dê dubare bibe eger Esed careka din çekên kîmawî bikar bîne.
Wezareta Derve ya Tirkiyê got ew bixêrhatina vê operasyonê dikin û rêjîma Sûriyê gelek caran gunehlkariyên şer û dijî mirovahiyê kirine.
Serokwezîrê Japonê Şînzo Abe got:
“Hikûmeta Japonê piştgiriya rijdbûna Amarîka, Brêtanya û Frensa dike ku rê nedin bikaranîna çeken kîmawî.”
Serokwezîrê Canada Justin Trudeau di daxuyaniyekê de piştgiriya welatê xwe bo vê êrîşê ragihand.
Wezareta derve ya Sûriyê ev êrîş şermezar kir û wek kiryareka dijî yaseya navnetewî binav kir.
Rûsya ev êrîş wek êrîşeka têkçûyî anî ziman û got piraniya rokêtan ji aliyê sîstemên berevaniya hikûmeta Sûriyê ve hatin red kirin.
Hikûmeta Îranê ji aliyê xwe ve got êrîşa Amerîka, Brêtanya û Frensa dê çi qezencan wernegire.